Rojnamgerên Sînornenas hatin Tirkiyeyê

Rojnamegerên Sînornenas, li ber Girtîgeha Metrîsê civiyan, girtin şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin.

Delegasyona Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), piştî berdevkê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu hat girtin, hatin ber Girtîgeha Metrîsê. Sekreterê Giştî yê RSF'ê Chrîstophe Deloîre, diyar kir ku divê di serî de Onderoglu hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan.

Piştî 3 nobedarên gerînendeyên weşana giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin, Delegasyona Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), li ber Girtîgeha Metrîsê der barê girtina Onderoglu de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêveberên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), Wekîlê HDP'ê Ferhat Encu û gelek welatiyan cihên xwe girtin.

Sekreterê Giştî yê RSF'ê Chrîstophe Deloîre, daxuyanî xwend û girtina rojnamegerên li Tirkiyeyê şermezar kir.

Deloîre diyar kir ku divê di serî de li Tirkiyeyê û hemû cîhanê piştgiriya bidin rojnamegeran û ev tişt got: "Divê hevalê me Erol Onderoglu û hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan."

Piştî daxuyaniyê, delegasyona ku ji ber girtîgehê veqetiya Rojnameya Ozgur Gundem ziyaret kirin.