Rojnameya Filelfteros cih da nivîsa Abdullah Ocalan

Rojnameya Filelfteros a Qibrisê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberekî global' pênase kir û ji pirtûka wî ya 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' nivîsa bi sernavê 'Li tehtên Îmraliyê min li zincîrê xistin' weşand.

Nivîskarê rojnameya Filelfteros Alekos Mihalidis Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberekî global' pênase kir û di gotara xwe de cih da Abdullah Ocalan. Mihalidis li ser armanca vê gotarê jî got, "Gelê Kurd rêberê xwe yê li Tirkiyeyê tecrîdkirî ye û xwedî berhemên ku bi 25 zimanan hatiye wergerand, veguherand şoreşgerekî girîng. Çend roj beriya rojbûna 75'an û dîlgirtina 25 salan a li Girtîgeha Îmraliyê cih didim yek ji nivîsên vî kesayetê mezin."

Di nivîsê de Abdullah Ocalan pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî xwe bi aliyên wê yên dîrokî dinirxîne û diyar dike ku ji aliyê 'xwedayên demê' ve dîl hatiye girtin.

Di nivîsê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku Komploya Navneteweyî planeke ku ji salên 1970'yî ve hatiye amadekirin û dibêje, "Min weke hêmaneke ne li bendê bûn, lê belê diyarker bû tevlî vê planê kirin ku tê fêhmkirin di salên 1970'yî de hatibû amadekirin. Ya ez ê bibûma leşkerekî ku bi ya wan dikim, ya jî wê ez beralî bikirana. Taybetmendiya min ne guncaw bû ku bibim leşkerê sîstemê. Lewma tê fêhmkirin bê çima xwestin min beralî bikin."

Di gotarê de Abdullah Ocalan têkildarî aliyên dîrokî yên komployê jî wiha dibêje, "Di destpêka salên 1980'yî de du hêzên hegemon ên sîstema fînans kapîtalê DYE û Îngilistan ku Reagan û Thatcher serkêşî jê re dikirin, bi êrîşên li ser Nîkaragûa û Falklandê pêla terorê dan destpêkirin. Li Pakistan û Tirkiyeyê jî desthilatdariya herdu darbeyan alîkarên wan ên herî nêz bûn. Latîn Emerîka bi giştî hatibû terorîzekirin. Hevrikiya biçekbûnê ku bi şerê stêrkan hate dewamkirin, Rûsya ji bûyîna hêza hegemonîk vegerandibû. Li Çînê reformên Deng Sîao Pîng tawîzên ji bo sîstemê bûn. Dawî li şerê rizgariya neteweyî û tawîzên bi dewleta aramiyê hate anîn û li her qadê bayê terorê ya serdema fînansê hate bilindkirin. Clînton ev yek bi polîtîkayên hîn nerm lê belê bi bandor meşand. Tenê Rojhilata Navîn mabû ku hîn bi temamî nehatibû fetihkirin. Ew jî veguherandibûn girgêka pirsgirêkên ji ber ol, teror, radîkalîzm û şaristaniyê. Kapasîteyeke mezin a pirsgirêka herêmê ji Îngilistan û Fransayê mabû. Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi vî rengî neqediya bû. Darbe, raperîn, şerê navxweyî, gerîla nîşaneyên vê rewşa neqediyayî bûn.

Serdema bazirganiyê bi şerê mezin ê talan û mêtingeriyê hatibû meşandin. Du şerên cîhanê yên serdema pîşesaziyê di nava xwe de ji bilî şerê çînî bi şerê rizgariya neteweyî têr û tijî qewimî bû. Fînans kapîtal jî bi civakê hemû civak veguherandibû şerê desthilatdariyê. Yekdestiya şaredariyê ya herî dawî bû û bi windakirina Rojhilata Navîn a bi temamî dikarîbû biketibûya binê kaosa avaniyê. Şensê sîstemê bi giranî bi pêşketinên li herêmê ve hatibû girêdan. Ji ber vê yekê jî ji ber şert û mercên xwe yên xweser ya ku diqewimî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû."

Di dewama gotarê de işaret bi van tespîtên balkêş hate kirin, "Niha hîn baş tê fêhmkirin ku yê ez li zincîrê xist bi rastî jî xwedayek, xwedayê pere bû. Ev çêlikê xwedayê biçûk ê di kûrahiya dîrokê de hêdî hêdî mezin bû û bi pere bû, bi serdema kapîtalîst re derketibû holê. Xwe welê da qebûlkirin ku xwedayên serdemên berê hemû ji holê tune bûn. Qral li erdê hatin kaşkirin, serê wan hate jêkirin. Dema herî bi xwîn a mirovahiyê heta dawiyê hate talankirin. Ser û binê erdê hatin qirêjkirin, tevlîhev hatin kirin. Bi rastî jî mirov û zindiyên bêhejmar hatin tunekirin.

Xwedabûyîna pere ji rastiyê hîn dijwartir bû. Sîstema ku xwe dispêrtê û dimeşand, eger min karîbû hinekî vebêjim, pê kêfxweşim. Spinoza gotibû, 'wate azadî ye'. Ez jî bawer dikim ku ji bilî wê azadî nîne. Azadbûna min a bi qasî fêhmkirinê, hêza min a herî xurt a ji bo jiyanê ye. Xwedayê herî mezin ê serdema fînansê, bi hemû alîkarên xwe bûn yek û ez li tehtên Îmraliyê girêdan. Lê belê li hemberî vê yekê jî yên ku meşaleya azadiyê li çiyayên Zagros û Torosan pê xistin dîtin ku ti carî nayê vemirandin."