Rojnamevanên ‘peqlawe dixwin’ di rojevê de ne

Rojnamevanên ‘peqlawe dixwin’ di rojevê de ne

Ger û geşta 14 rojnamevanên swêdî yên ku ji alî hikûmeta tirk ve hatibû dawetkirin rastî nerazîbûnên tund tê û ji ber rewşa rojnamevanên girtî ên li Tirkiyeyê ev ger ji rojeva Swêdê dernakeve.

Mijara 14 rojnamevanên ku ji aliyê hikûmeta tirk ve hatibûn vexwendin bo Tirkiyeyê û bibûn mijara ‘etîka rojnamevaniyê’. Herwiha di nava raya giştî ya vî welatî de rê li ber nerazîbûnan vekiribû û ji rojeva vî welatî dernakeve.

Radyoya ‘SR’ a dewletê her roj mijarekê digire dest û wê mijarê biberfirehî bi guhdarvanên xwe re parvedike. Vê carê jî mijara radyoyê rojnamevanên ku ji alî Tirkiyeyê ve hatibûn vexwendin bû.

 Pêşkêşvanê bernameyê bi vê pirsê dest bi mijara xwe kir û got, gelo di demekê de ku li Tirkiyeyê ewqas rojnamevan di zindanê de ne çawa rojnamevanên Swêdî vê dawetiyê qebûl dikin û diçin li wî welatî bi dilekî rihet peqlawê dixwin û çayê vedixwin ku di heman demê de hempîşeyên wan ên rojnamevan li dadgehên wî welatî ji ber fikir û ramanên xwe tên darizandin.

Mesela peqlaweyê jî ku di nava vê mijarê de tê gotin ew e ku rojnamevan Kurdo Baksî di rojnameya Expressen de gotarek weşandibû û tê de rexne li rojnamevanên Swêdî kiribû. Di wê gotarê de hatibû gotin ku, di dema doza 46 rojnamevanên ku ji wan 26 girtî tên darizandin de û hin rojnamevanên Fransî û Alman ji bo piştgiriya wan li ber deriyê dadgehan bûn, ev rojnamevanên ku ji alî wezîrê tirk Egemen Bagiş ve hatibûn dawetkirin bi 650 kronê ku diyarî dabûn wan daketibûn.

Di dema ku xwarinên cihêreng dixwarin de rojnamevanên Almanî, Fransî li ber deriyê dadgehê piştgirya rojnamevanên girtî li ber deriyê dadgehan bûn. Di dema ku ev 14 rojnamevanên Swêdî yên dawetkirî çayê vedixwarin û peqlawe dixwarin de rojnamevanên Belcîkî di nava xwepêşandana ji bo piştgiriya rojnamevanên girtî de cih digirtin.

Ji aliyekî din ve serokê Federasyona Rojnamevanên Ewropayê Arne Konig û Serokê Fedrasyona Rojnamevanên Swêdê Jonas Nordling jî ev serdana wan rojnamevanan rexne kir û behsa rewşa rojnamevanan û binpêkirina mafê azadiya ramanê li vî welatî kirin.

Di heman demê de rojnamevan Murat Kuseyri jî tevlî vê programa radyoyê bû û got ku, hikûmeta Tirkiyeyê hemû lêçûnên vê gera wan dane û ew pereyê din jî ji bo ku diyariyan ji xwe re bikirin dane wan û di vî warî de belge jî hene.

Kusyerî di berdewamiya axaftina xwe de ew rojnamevan rexne kirin û wiha got, “tevlîbûna gereke wiha ji alî rojnamevanan ve dûrî etîka rojnamevaniyê ye. Tirkiye ji bo rojnamevanan girtîgeha herî mezine û derdora 70 rojnamevanî li vî welatî girtî ne. Hikûmeta Tirkiyeyê di warê binpêkirina mafê azadiya ramanê û girtina rojnamevanan de rastî berteka navneteweyî hatiye lewre jî wan gereke bi vî rengî amade kiriye ku pêşiya vê nerazîbûna li dijî girtina rojnamevanan bigire.”