Rojnamevanê Japon ku çeteyên AKP'ê ew revandibûn, hate berdan

Rojnamevanê Japon ku berî niha bi 3 salan li Sûriyeyê ji aliyê çeteyên El Nûsra yên dewleta Tirk ve hate revandin, bi têkiliyên gemarî yên îstîxbarata dewleta Tirk hate berdan.

Rojnamevanê Japon Jûmpeî Jasûda di destê rêxistina bi navê Heyet Tehrîr El Şam de bû ku çeteyên El Nûsra di nava vê rêxistinê de serdest e. Li ser berdana Yasûda, hikumeta Japonyayê daxuyaniyek da.

Berdevkê hikumeta Japon Joshîhîde Sûga got, Yasûda ku 3 salan li Sûriyeyê di destê çeteyan de bû, dibe ku niha li buroyeke koçberan a li Hatayê be. Sûga got, li gorî agahiyên ku rayedarên Tirk dane wan, ew gihîştin wê baweriyê ku kesê qala wî tê kirin Jûmpeî Yasûda ye.

Ji bo rojnamevanê Japon ê di destê çeteyên El Nûsra de, destpêkê fîdye dihate xwestin. Li gorî nûçeyên medya Japon, di hevdîtinan de ku Qatarê navbeynkarî jê re kir, çeteyên El Nûsra 10 milyon dolar fîdye xwestiye. Hatibû îdîakirin ku hikumeta Japon ev şantaj qebûl nekiriye.