Rojnamevan Tûray bi rengekî kêfî nayê berdan

Berdana rojnamevan Abdûlkadîr Tûray ku li girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê girtî ye, bi hinceta ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye, hetanî 3 mehan hat taloqkirin.

Rojnamevan Abdûlkadîr Tûray ji sala 2016’an û vir ve girtî ye. Tûray li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê tê girtin. Ji ber nêzbûna demê berdana wî, hat derxistina Lijneya Îdare û Çavdêriyê.

Ji ber ku Tûray ferzkirina “poşmantiyê” bi gotina “Ev qas ez li girtîgehê mam. Rewşek ku ez poşman bibin, nîn e” red kir, lijneyê 3 mehan berdana wî taloq kir.

Tûray dema ku nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin, li navçeya Sîtevrê ya Mêdrînê dikir, hatibû girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Mêrdînê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza dabû Tûray.