Rojnamevan Çagdaş Kaplan: Em ne azad in!
Rojnamevan Çagdaş Kaplan: Em ne azad in!
Rojnamevan Çagdaş Kaplan: Em ne azad in!
Ji rojnamevanên girtî yên ku serbest hatin berdan Çagdaş Kaplan got: “Em ê ji cihê ku lê mane pîşeya xwe bidomînin. Em tu carî gavan paşde naavêjin” û diyar kir ku ew ê ji bo rojnamevanên ku girtî mane têkoşîna xwe bidomînin.
Di rûniştina doza ‘KCK’ê de ku duhli Stenbolê pêk hat, nûçegihanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan ên ku berfanbara 2011 hatibû girtin, serbest hat berdan. Kaplan got: “Heta hemû rojnamevan azad nebin, em nikarin behsa azadiyê bikin.”
Nûçegihanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan ku jiANF’ê re axivî got: “Ne girtina me û ne jî serbestberdana me li gorî krîteên huqûqî bûn. Tiştên ku di îddîanameyên derbarê me de hatine amadekirin, hemû dikevin nava xebatên me yên rojnamevaniyê. Dosya weke ‘delîl’ tê pêşkêşkirin, lêhemû jî îftîrane. Ji ber wê jî me got ku em jêre bêjin ‘bêbextîname’. Hukûmet naxwaze rojnamevanî li gorî tê xwestin bê kirin. Ji ber wê jî tiştên ku em di çarçoveya pîşeya xwe de dikin weke ‘hêmanên suc’ dibîne."
'DORA ME YE'
Kalpan destnîşan kir ku ew serbestberdana xwe weke “azadiyê’ nabîne û wiha axivî: “Heta hemû rojnamevanên Kurd serbest neyên berdan mirov nikare bêje ev doz encameke erênî bi dawî bû. Dibe ku duh hin ji me serbest hatibin berdan. Lê hîna jî hevalên me yên ku bi me re hatibûn girtin di girtîgehê de tên ragirtin. Ji ber wê jî em serbestberdana me û girtina hevalên xwe qebûl nain. Em ê vê carê ji bo rojnamevanên girtî têbikoşin."
Çagdaş Kaplan got: “Em ê ji cihê ku lê mane pîşeya xwe bidomînin. Em tu carî gavan paşde naavêjin” û diyar kir ku ew ê ji bo rojnamevanên ku girtî mane têkoşîna xwe bidomînin.