Rojnamevan Başlangiç: Ev gel ji dewletê nefretê dike
Başlangiç got, "Heta ku Serokkomar Erdogan bixwaze hemû erkên dewletê li cihekî bê berhevkirin û heta Kurd bixwazin erkên dewletê radestî gel bên kirin, nepêkane ku maseya muzakereyê bê danîn."
Başlangiç got, "Heta ku Serokkomar Erdogan bixwaze hemû erkên dewletê li cihekî bê berhevkirin û heta Kurd bixwazin erkên dewletê radestî gel bên kirin, nepêkane ku maseya muzakereyê bê danîn."
Başlangiç got, "Heta ku Serokkomar Erdogan bixwaze hemû erkên dewletê li cihekî bê berhevkirin û heta Kurd bixwazin erkên dewletê radestî gel bên kirin, nepêkane ku maseya muzakereyê bê danîn."
Rojnamevan Celal Başlangiç di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bal kişand ser 'Plana têkbirinê' ya beriya xendek û bendan, ku li gorî vê planê wê bajaran bên hilweşandin û got, "Ez meraq dikim, gelo wê bi çi rengî karibin ji vê encamê bigirin? Gelo wê mirovên li van bajarên xera kirne, dersînor bikin? Ev gel wê li vî welatî bimîne. Gelo wê mîna salên 1940, 1960 ên li Sûriye û Iraqê, di navbera bajarên Kurdan de kembera Ereb bi cih bikin? Niyeteke wan a bi vî rengî heye? Di sala 2011'an de nifûsa ji Sûriyeyê hatiye, pêl bi pêl tê wergirtin. Ev yek bi qasî 1 mîlyon hilbijêr e. Wê ji wan re li vê derê cihê bicihbûnê vekin? Bi dîtina min, di vê serdemê de li pey tiştên gelekî zehmet dibezin. Ev plan ne ya bi cih were anîn e. Ev plan wê li xwediyê xwe vegere."
Rojnamevan Başlangiç bibîr xist, ku valakirina gundan di salên 1990'î de weke serketinek li hemberî PKK'ê dihat dîtin, lê belê piştî ku sal di ser re derbas bûn, hat dîtin ku rastî ne bi vî rengî ye.
Başlangiç got, "Eger mirov bi tenê Cizîrê jî binirxînin; mirovên niha li taxên Yafes, Cûdî û Nûrê dimînin, ew mirovên di dawiya salên 1980'yî di destpêka salên 1990'î mirovên ji Çiyayê Gabar, ji Çiyayê Cûdî hatin derxistin e. Hingî hêrsbûnek li hemberî rêxistinê hebû? Hebû! Hêrsûna 'ji ber we em ji cih û warên xwe bûne' hebû. Lê belê piştî hatin li taxan bi cih bûn, yekser dan dû rêxistinê. Yên nehatin, beşek ji cerdevanan bûn, lê belê wan jî li wê derê pişt rêxistinê cih girtin. Lewma pêşîgirtina li vê pêvajoyê nepêkan e. Heta ku alternatîfa rêxistinê dewlet be, rewş wê bi vî rengî be. Bi qasî ku min li Amedê dît, hin mirovên hêrsbûyî hene. Lê belê ev mirov ji AKP'ê nefretê dikin."
Başlangiç da xuyakirin, ku ji dewletê heye; dema li Farqînê çend bûyer qewimî wan gel û rêxistin ji hev cuda kirine û got, "Lê belê di Newroza Amedê ya roja Duşemê de me dît ku rastî ne bi vî rengî ye. Ji ber ku şensê dewletê û partiyên dewletê nîne, ku xwe bidin hezkirin. Lewma gel ji rêxistinê hêrs jî bibe, aciz jî bibe, bixeyide jî, wê neçe cem yê jê nefret dike. Wê hêrsbûyîna xwe, rewşa xwe ya xeyidî di nava xwe de çareser bike."
Başlangiç diyar kir, di rewşa heyî de çareseriya herî girîng ancax ji Îmraliyê derkeve û destnîşan kir, ku nexşerêya Îmraliyê gelekî zelal û li holê ye.
Başlangiç da zanîn, ku dewlet neçar e bi vî gelî re li hev bike û bal kişand ser pespektîfa siyasî ya Serokkomar, ku berê xwe daye serokatiyê. Başlangiç anî ziman, ku Tirkiye ber bi rêveberiyeke tekperest û berhevkirina hemû erkan li cihekî ve tê birin û got, "Halbûkî şêweyê xwerêveberiyê yê Kurd pêşniyar dikin, parçekirina hêzan û belavkirina hêzan li nava gel e. Heta ku ev ferasetên li hemberî hev hebin, xuya ye ne hêsan e ku maseya muzakereyê bê danîn."