Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de derheqê 216 kesan de biryara destgîrkirinê dabû. Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû destgîrkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.
Rûniştina ewil a dozê duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Parlamenter, nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û gelek rojnamevan û welatî tev li rûniştinê bûn. Dadgehê biryar da ku di rûniştina were de li şahid Umît Akbiyik were guhdarîkirin, dosyaya Gok a li Dadgeha Bilind were xwestin û biryara domandina rewşa girtî da. Rojnamevan Gok, birin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê. Gok bi rêya parêzerê xwe peyama spasiyê şand.
Gok,diyar kir ku li ku derê dibe bila bibe wê rojnamevaniyê bidomîne û ev tişt anî ziman: “Ez piştrast bûm ku wê biryara domandina rewşa girtî were dayîn. Lewma ez ji ber vê biryarê şaş nemam û xemgîn nebûm. Wê ev bêhiqûqî heta demekê bidomînin, lê dema min piştevaniya li eywana rûniştinê dît, li ser navê rojnamevaniyê keyfxweş bûm. Piştevaniya li eywanê, amadebûna dostên hêja ya li eywanê hesta ku ez rojnamevaniyeke rast dikim hîn xurtir kir. Ez li ku bim jî ez ê her tim heqîqetê biparêzim û di çarçoveya rêgezên xwe de rojnamevaniyê bikim. Rojnamevanî sûc nîne. Lêgerîna heqîqetê wê bidome.”