Rojnameger Ozdemîr: Hebûna me weke sûc tê dîtin

Rojnameger Ozdemîr: Hebûna me weke sûc tê dîtin

Rojnameger Mazlûm Ozdemîr di rûniştina doza rojnamegeran de parastin kir û wiha got: "Em rojnamegerên Kurd ji ber ku di saziyên çapemeniya azad de dixebitin tên sûcdarkirin. Ji ber vê yekê dozger xwe dubare dike. Li holê tu delîl tunene. Li vir vekirî tê xuyakirin ku hebûna me weke sûc tê dîtin. Lê em rast in. Ev yek heqîqet e."

5'emîn rûniştina rojnamegerên Kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam dike. Di rûniştinê de Rojnameger Mazlûm Ozdemîr û Şêxmûs Fîdan parastin kirin. Ozdemîr diyar kir ku, li vir çapemeniya azad a Kurd tê darizandin û wiha got: "Di tevahiya îdianameyê de çapemeniya azad a Kurd hatiye krîmînalîzekirin. Ji ber vê yekê jî hiqûq hatiye binpêkirin. Di îdîanameyê de hebûna kurdan weke sûc hatiye hesibandin. Li gorî dozger kurd çavkaniya sûc in. Em ji ber ku di saziyên çapemeniya Kurd de xebitîn hatin sûcdarkirin. Saziyên em lê dixebitin tên sûcdarkirin. Ji ber vê yekê dozger dubar bûye. Li holê tu delîl tunene. Li vir vekirî tê xuyakirin ku hebûna me weke sûc tê dîtin. Lê em rast in. Ev yek heqîqat e."
Ozdemîr anî ziman ku, di îdianameyê de nasnameya Kurd weke sûc hatiye nîşandan û wiha axivî: "Em bi hebûna xwe li vir in. Em li beramberî we ne. Rastî ev e û ev yek heqîqet e. Di salên dawî de înkara kurdan bûye sedema gel ji hev dûr bikevin. Xwediyên van polîtîkayan nerihet bûn. Lê di vê rê de bi dehan hevalên me hatin girtin û hatin windakirin. Van bûyeran em ji rastiyan dûr nexistin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêvajoyekî nû dest pê kir hêvî dikim ku ev yek dê bibe wesîleya aştiya gelan."

Ozdemîr destnîşan kir ku, îdianame ji sûcdariyên razber pêk tê û bi xemsarî hatiye nivîsandin. Ozdemîr anî ziman ku, di sala 1998'an de 15 roj û di sala 2001'an de jî 5 mehan di girtîgehê de ma lê di îdianameyê de weke ji sala 1998'an heya 2001'an di girtîgehê de ma hatiye nîşandan ev yek jî dide xuyakirin ku îdianame bi agahiyên şaş hatiye amadekirin.

Ozdemîr di parastina xwe de diyar kir ku, ew di sala 2003'an de 6 mehan derveyî welat ma û wiha got: "Di îdianameyê de min bi Murat Karayilan re hevdîtin kir tê gotin. Lê ev daxuyaniya li Qendîlê bû. Bi min re Nûnerê Ajansa Nûçeyan ê Cîhanê yê Hewlêrê, Nûçegihanê Rojnameya Mîlliyetê Namik Durukan û Rojnameger Cem Tekel hebûn. Dikare şahidiyê bikin." Pişt re heyeta dadgehê delîlên derbarê Ozdemîr de xwendin. Heyetê pirsa ew li Hewlêr xebitî an na pirsî û Ozdemîr ji wiha bersiv da: "Ez weke Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê Hewlêr xebitîm. Min ev yek got û parast jî. Min ev neveşart. Min jî weke rojnamegerên din xebatên xwe meşandin."

'PARASTINA ME JI PIRSGIRÊKA KURD CUDA NÎN E'

Xebatkarê Belavkariya Firatê Şêxmûs Fidan jî di parastina xwe de diyar kir ku, parastina wan ji pirsgirêka Kurd û pêvajoya nû cuda nabe. Fîdan anî ziman ku, ew tevlî parastina hevpar a Rojnameger Ertuş Bozkurt kir dibe û wiha got: "Darizandina me bi pirsgirêka Kurd re eleqedar e. Ji ber vê yek parastina min jî dê bi vê yekê ve girêdayî be. Li vî welatî pirsgirêka Kurd heye. Lê bi salane weke pirsgirêka Kurd nehate ziman. Her tim hate taloqkirin û nehate dîtin. Lê li vî welatî Kurd hene û rastiya vî welatî ne. Sazî, rojnameger û televîzyonên wan hene. Em jî weke gelên din ên Tirkiyeyê xwedî maf in. Lê di hişmendiya hikûmetên vî welatî de 'Dewlet her tişt e civak tu tişt nîn e' heye. Ev yek jî her tim bûye sedema pirsgirêkên gelek mezin."

Heyeta Dadgehê navbera nîvro da rûniştinê û piştî nîvro dê rûniştin bi parastina Fîdan berdewam bike.