Rojnameger Mehmet Ali Birand, îro bi merasimekê bi girseyî hat definkirin.
Rojnameger Mehmet Alî Bîrand ku roja pencşemê ji ber nexweşiya xwe di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da îro bi merasimek girseyî hat definkirin. Birand ji aliyê malbata xwe, hevalê xwe yê kar, wezîrê dewletê ve li Mizgefta Teşvikiye ya navçeya Şîşliyê piştî wecîbeyên olî hat rêkirin.
Di merasima cenaze de Serokomar Abdullah Gul, Cîgirê Serokwezîr Bulent Arınç, Serokê Meclîsê Cemil Çiçek, Seroke Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Sirri Sakik, Hasîp Kaplan, Serokê Dogan Holdingê Aydın Dogan, nivîskar û rojnameger jî amade bûn. Bîrand, piştî merasima olî li Goristana Anadoluhisarê hat defnikirin.