Rojeva Konseya Ewlekariyê Sûriye bû
Rojeva Konseya Ewlekariyê Sûriye bû
Rojeva Konseya Ewlekariyê Sûriye bû
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser îdiayên ku li paytexta Sûriyeyê Şamê çekên kîmyewî hatine bikaranîn bi awayekî lezgîn kom bû. Di dawiya civînê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku gumanên wan mezin in.
Di civîna ku 2 saetan berdewam kir de hat destnîşankirin ku welatên endam der barê îdiayan de li ser gavên bên avêtin rawestiyane. Konseyê li ser nerazîbûnên hinek endamên xwe di dawiya civînê de daxuyaniyeke hevbeş neweşand.
Hat ragihand ku bi banga serokatiya dema meha Tebaxê ya Konseya Ewlekariyê nûnerê daîmî yê NY’ê Crîstîna Perceval hemû welatên endam bi formeta hevgirtinê bi awayekî lezgîn kom bûn. Perceval got: “Li ser îdîayên ku dibêjin çekên kîmyewî hatine bikaranîn de mirov dikare bêje ku, konsey di nava gumanên mezin de ye.”
Perceval da diyarkirin ku, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê kê ve û ji bo çi armancê û di çi şertan de dibe bila bibe huqûqa navneteweyî binpê kirine. Perceval got: “Welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo li herêmê dijminahî bî dawî bibin û agirbest pêk were bi dengekî bilind bang dikin.”
Perceval di axaftina xwe de da xuyakirin ku ji ber Sekreterê Giştî Ban Ki-mun'un, garantiya ronîkirina bûyerê daye kêfxweş bûye, endamên konseyê ji bo qurbanan taziyeyên xwe pêşkêş kirine û her wiha girîngiya bi awayekî lez gihiştina alîkariya însanî anî ziman.