ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Parêzer Ercan Yilmaz got, hikumet piştî kuştina zarokan ji bo pêşî li hesabpirsîna civakê bigire, îdam xistiye rojevê. Yilmaz destnîşan kir ku nîqaşên li ser îdamê nîqaşên pûç in. BI DÎMEN

- Dewleta Tirk li Efrînê bi rengekî bê sînor barbariyê dike. Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê dikin, lê dewletên navneteweyî tenê lê temaşe dikin. BI DÎMEN

- Gerîlayên doktor gotin, "Em hêza xwe, moralê xwe û serketina karê xwe ji hevaltiya PKK'ê digirin."

- Li Tirkiyeyê bi sondxwarina Erdogan re wê rejîm îro bi fermî biguhere. Guhertian rejîmê û derxistina 18 hezar kesî ji kar, cihekî berfireh di çapemeniya Ewropayê de girt.

- Helbestvan, şervan, berxwedêrê bê tawîz ê Kurd Elîşêr û hevsera wî Zarîfe ku bi gotin û çeka xwe pê re bû, beriya niha bi 81 salî weke îro, ji aliyê xiyaneta ku nokerî ji mêtingeriya Tirk re dikir hatin kuştin.

- Şêniyên Colemêrgê rejîma AKP'ê protesto kirin ku rêyên navenda bajêr xera kiriye. Şêniyên taxê daketin qadan, rê li trafîkê girtin û nerazîbûn nîşanî qeyûm dan.