ROJEVA 9'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Tîrmeha 2019'an.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû xwest, bi 'ruhê Raperîn' xwedî li endamê Konseya Serokatiyê Diyar Xerîb bê derketin. Karasû sîxur jî hişyar kir û got, "Sûcekî giran e. Yên ev sûc kirine wê bên cezakirin. Wê teqez bên cezakirin."

- Ji Fermandarên YJA Starê Emîne Erciyes diyar kir, Kurd wê faşîzma li Tirkiyeyê ji bîr neke û bê bersiv nehêle. Erciyes got, "Têkoşîna me wê heta serketinê bi xurtî bidome."

- Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Prof. Dominique Inchauspe qala formulên zemîna hiqûqî ya ji bo avakirina dadgeha navneteweyî ji bo darizandina DAÎŞ'ê kir.

- Piştî ku şaredariyên navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a Berlînê û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bûn şaredariyên dost, ji bo şaredariyên bajarê Herfort û Kobanê bibin dost gava destpêkê hate avêtin.

- Hefteya Çanda Kurd a Brukselê wê di navbera 10 û 14'ê Tîrmehê de pêk were. Hefteya Çandê wê bi resepsiyonekê dest pê bike û çar rojan bidome. Resepsiyon wê li avahiya KNK'ê bê amadekirin.