ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku komploya navneteweyî wê di sala 23'an de berhewa bibe û pêşî li azadiya Ocalan vebe.
Gerîlaya YJA Starê Sema Koçerîn ku Adara par li Agiriyê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî li dar xist, di nameya xwe de diyar kir ku çalakiya wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç destnîşan kir ku gelê Kurd bi xet û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşe û got, "Em sala 2021'ê bikin sala azadiya Serok Apo. Ji bo wê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike."
10 rêxistinên li Elmanyayê ragihandin ku ew jî tevlî kampanya 'Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" bûne.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li çalakiya kampanya 'Destpêkê Edalet' a HDP'ê axivî û bal kişand ser zext û zordariya li Kurdan û hêzên demokrasiyê tê kirin. Ahmet Turk got, "Rejîmên zordar wê rojekê teqez hesabê bidin."
Tevgera Ciwanan a Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmîstonûorte) diyar kir ku ew tevlî kampanya 'Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re' bûye.
Tumena Sûltan Mûrat a dewleta Tirk, bi rêya hin koman li Efrînê zarokên Kurd ên kêmî 18 salî li kampa Hawar Kîlîsê ji aliyê leşkerî ve perwerde dike û wan dişîne eniyên Serêkaniyê û Girê Spî.