ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Çalakiyên li dijî xespa îradeyê ya ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst ve hatî kirin û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, bila destpêkê tecrîda li ser Rêber Apo rake û divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û jiyana azad a Rêber Apo bên qebûlkirin. Rêber Apo ji bo çareseriyê çi pêş têxe, em li pişt in.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, wê bên şopandin.

- Li wir berxwedan, li wir dengên bombeyan û li wir rastiya jiyanê. Bi vî rengî du rêwîtî destpê dikin, ber bi Qada Berxwedanê ya Sergelê ve…

- Jiyana gerîlayan a nû ji bo mirovahiyê vejînek e. Jiyaneke ku hemû bi wate lê bar kiriye. Ew heya dawî li pey avakirina jiyanek azad, mirovahî û dîrokê ne.