ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Hezîrana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Hezîrana 2020'an.
Tê payin ku qanûna Sezar hefteya bê bikeve meriyetê. Lê belê ji niha bazar tevizandiye. Lîreyê Sûriyeyê di nava 40 rojên dawî de bi rêjeya 200 ji sedî li pêşberî Dolar bêqîmet bû.
Parlamentera HDP'ê Semra Guzel nerazîbûn nîşanî zêdebûna êrişên li dijî cenazeyên gerîla da û got, "Hikumet bi polîtîkayên xwe yên niha re wê nikaribe gel ji nirx, têkoşîna xwe qut bike."
Nerazîbûna li dijî çêkirina HES'ê ya li Geliyê Zîlanê dewam dike. Kirgizên ku sala 1982'an li Zîlanê hatin bicihkirin, çêkirina HES'ê şermezar kirin.
Li herêmeke navbera wîlayetên Hama û Idlibê yên Sûriyeyê, çeteyên ser bi El Qaîdeyê êriş birin ser hêzên rejîmê. Tê gotin ku di şer de ji her du aliyan zêdeyî 40 kes mirine.
Li Etiyopyayê sala dawî bi milyaran şitlê daran hatin çandin. Tê gotin ku serketina projeya çandina daran tenê bi zanekirin û tevlîkirina gel a li projeyê dikare pêk were.
Li DYE'yê ku nêzî du hefte ne raperîna li dijî tundiya polîsan û nîjadperestiyê didome, di newekheviya navbera jiyana reşik û spiyan de bi dehan sal in tenê sererastkirineke biçûk çêbûye.
Li gorî Bankaya Cîhanê, krîza aboriyê ya li herêma Euroyê wê ya herî giran a 150 salên dawî be.