ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê were lidarxistin.
- Çalakiyên ku xizmên windayan li Tirkiye û Kurdistanê li dar dixin wê bên şopandin.
- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der barê Operasyona Xurtkirina Asayîşê de agahî da û diyar kir ku gelê Dêrezorê li gel wan e û ew ê nehêlin DAIŞ careke din li herêmê serdest bibe.
- Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan bertek nîşanî berdana Hayrettîn Gulê ku yek ji berpirsyarên Komkujiya Sêwasê da û diyar kir ku darizandina qetlîamê ji destpêkê ve bi durûtî tê kirin.
- Pêvajoya serlêdana Komîteya Mafên Mirovan a NY ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê kiriye, berdewam e. Parêzer xwe amade dikin ku bersivên xwe yên li dijî pêşkêşiya Tirkiyeyê ku biryara tevdîrê hesab nekiriye û daye NY’yê, pêşkêşê komîteyê bikin.
- Dewleta Tirk ku bêyî sekin êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, nikare li ber gerîla bi pêş ve biçe. Gerîla li ser esasê mîrateya berxwedanê ya fermandar Egîd têdikoşin û erdê Kurdistanê ji êrîşên dagirkeriyê yên bi her awayî diparêzin.