ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê sê jinên Kurd hatin kuştin. Tevgera Azadiyê ya Kurd soz da gelê Kurd. Soza xwe bi cih anî; rêveberên MÎT'ê girt û komkujî ji her alî ve ronî kir.

- Hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û nerazîbûna gelê herêmê.

Li Îranê şeklê rêveberiya îdarî, sîstema eyaletan e. Eyalet bi waliyên hatine tayinkirin tên birêvebirin. Li her eyaletê bajar, navçe, bajarok, nehiye û gund hene. Li Îranê 31 eyalet hene; Tehran, Qum, Merkezî, Qezwîn, Gîlan, Erdebil, Zencan, Tebriz, Ûrmiye, Sine, Hemedan, Kirmaşan, Îlam, Loristan, Xuzistan, Çaharmahal û Bahtiyari, Kehkileyû û Buyer Ehmed, Buşehr, Fars, Hurmuzgan, Sistan û Belûcistan, Yezd, Îsfahan, Mazenderan, Gulîstan, Xorasanê Şemalî, Razavî Xorasan û Elburz.

- Lêkolîner Medîa Qaderî diyar kir, bi belgeyan eşkere ye ku Kurd 1300 sal beriya niha li Xorasanê jiyane.

- Li avahiyên TOKÎ yên li gundê Bardakçi yê navenda Wanê, vê dema dawî mirovên çekdar hatine bicihkirin.