ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN

Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Teqîna ku Bêrûd serûbin kirî, ‘’Li ser siyaset û aboriya Lûbnanê wê bandoreke çawa bike?’’, ‘’hêzên herêmî û navnetewî kîjan hesaban dikin?’’, siyasetmedarên Kurd Bûşra Elî û Henan Osman ku li Lûbnanê dijîn bersiva pirsan dan.

Serokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn bang li hikûmetê kir ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bîne û got: “Ger em keda aştiyê ya civakî ya Birêz Ocalan li ber çavan bigirin, di wê hizrê de me ku sûdgirtin ji wê, wê bikêr be.”

Gulistan Aksoy yan jî bi navê têkoşînê Hêvî Gabar, li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelan şer kir. Di parastina Rovaja de weke jina ku bi tilîliyan çeteyên DAÎŞ’ê têk dibe, weke jinek ma di zindî ma…

Têkildarî SÎHA’yên dewleta Tirk a di demên dawî de li gelek herêmên Kurdistanê qetlîaman dikin, wê konferansek bê lidarxistin.Konferansa ku wê li ser înternetê weşaneke zindî bê kirin, pispor û hiqûqnas jî wê tevlî bibin.

Li Swêdê ji bo xeta siyasî û îdeolojî ya Tevgera Azadiya Kurd û sîstema demokrasî û adil a li Rojava bi raya giştî ya Swêdê bide naskirin, pirtûkek tê weşandin.

Wek her Şemî wê vê Şemiyê jî çalakiyên Xizmê Winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.