ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Tîrmeha 2020'an.

Ji fermandarên HPG'ê Ferman Botan got, dewleta Tirk hesabê wê yekê dike ku eger Heftanînê kontrol bike wê tevahiya Başûr bi dest bixe û diyar kir, ku ew bi moral, motîvasyon û îradeyeke mezin li ber xwe didin û wê dest ji ti cihî bernedin.

Gerîlaya YJA Starê Lîlav Jînda anî ziman, ku dewleta Tirk heta jê tê êrişî Heftanînê dike û got, "Dewleta Tirk çiqasî êriş dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe em ê Cenga Heftanînê bikin cenga serketinê."

Zerya li Heftanînê bi rengê jinê yê Spartayiyan bû. Gihîşt wateya berxwedana heta dawiyê û di Cenga Heftanînê de kete hembêza xakê.

Xuya ye Cenga Heftanînê wê demeke dirêj bidome. Ne nêta gerîla heye ku vekişe, ne jî dagirker diwêrin xwe ji ser giran berdin xwarê. Li vê xakê niha berxwedaneke li ber serketinê diqewime.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje, divê herî zêde û kûr li ser pirsgirêkan were rawestin û dide xuyakirin ku çareserî hêza aqîlê civakê ye. 

Aktîvîstê hawirdorê Ercan Ayboga diyar kir ku dewleta Tirk xwezayê jî weke amûreke siyasî û leşkerî dibîne.

Ji rayedarên berê yê Pentagonê û lêkolîner Mîchael Rûbîn xwest ku hebûna PKK'ê ya li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ji nû ve bê nirxandin û got, "Pênaseya terorîst ji PKK'ê bêhtir li Tirkiyeyê tê."

Ji bo Yemenê ku ji ber şerê navxweyî bi milyonan zarok di nava lepên birçîbûnê û pirsgirêkên tenduristiyê de ne, civaka navneteweyî alîkariya pêwîst nikare li hev kom bike.