ROJEVA 8'Ê TÎRMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Tîrmeha 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Tîrmeha 2019'an.
- Rêxistina sîxuriyê ya dewleta Tirk SETA, beriya ku organên medyayê yên biyanî yên li Tirkiyeyê deq bike, saziyên Kurdan ên li Ewropayê deq kir. Kurd xwe amade dikin ku li gelek welatên Ewropayê bikevin nava hewldanên hiqûqî.
- Nivîskarên Kurd Ahmet Tîgrîs û Rojîn Zarg du salan dîrok, çand, kevneşopî, ola Êzidiyan û qirkirina li dijî wan hate kirin lêkolîn kirin û bi navê "97 ferman" kirin pirtûk.
- Şaredariyên HDP'î piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dest bi pêngava xizmetê kirin. Şaredariya Erdîşê ji bo bibe bajarekî modern dest bi kar kir.
- Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê, sendîkaya karkeran CGT û Roja Sor ji bo penaberên Kurd ên li kampa Lavrio ya li Yewnanîstanê alîkariya xurekê ya ji 43 tonî kirin.
- Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç li paytexta Swêd Stockholmê di civînekê de axivî û got, "Em çiqasî têkoşîna xwe mezin bikin destketî ji î wê ewqasî mezin be."
- Daxwaza DYE'yê ya ji rêveberiya Berlînê ya ji bo şandina leşkeran ji Rojavayê Kurdistanê re hevkarênhikumeta bi serokwezaretiya Merkel kir du parçe. CDU bi rengekî erênî nêzî vê daxwazê dibe, lê SPD'ê dibêje, 'nabe ku qala vê jî bê kirin'.
- Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo, piştî daxuyaniya Îranê ya ji bo zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî, bi 'tecrîd û pêkanînên dijwartir' gef li Îranê xwar.
- Partiya çepgir a Serokwezîr Aleksîs Çîpras di hilbijartinên Yekşemê de yên li Yewnanîstanê derbeke giran xwar. Aktorên krîza aboriyê ya heyî ji nû ve bûn desthilatdar.