ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Nîsana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu got, "Hebûn û azadiya Birêz Ocalan wê aştî, aramî û azadiyê bîne vê erdnîgariyê."

- Şervan Mardîn piştî ku ji metropolên Tirkiyeyê tevlî nava refên gerîla bû, terîtiya ku pîşeyê wî ye dewam kir. Dibêje ku ew bi ked û berhemên xwe di nava çalakiyan de cih digire.

- Artêşa Elman îdîa kir ku ew di hedefa komên çep ên Elman ên radîkal de ye ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar dikin. Servîsta Îstîxabarata Leşkerî (MAD) hişyariya 'hay ji xwe hebin' da yekîneyên artêşê.