ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ji parêzerên Rêber Apo Ozgur Erol 'mafê hêviyê' bi bîr xist û got, "Ya esasî ew e ku di vê demê de ku em dikevin sala 26'an, azadiya wî ya fîzîkî ketiye rojevê."

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê 16'ê Mijdarê li Kolnê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Amadekariyên çalakiyê hatin destpêkirin.