ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Hezîrana 2020'an.

Dewleta Tirk ku sala 2019'an bi destê DAÎŞ'ê agir berdida zeviyên çandiniyê, îsal bi xwe vê dike û bi vî rengî êrişê dibe ser aboriya herêmê.

Kovara ciwanan Stêrka Ciwan hejmara xwe ya 205'an bi manşeta "Şerê gel ê şoreşger geş bikin, mêtingerî û kapîtalîzmê hilweşînin" weşand.

Çalakiyên protestoyî yên ku piştî kuştina Afro-Emerîkiyekî li DYE'yê dest pê kirin, li Ewropayê balv bûn. Bi deh hezaran kes daketin qadan.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Rizgariya Filistînê Saîb Erekat hişyarî da ku eger Îsraîl li Şerîa Rojava "metreyekê jî bi ser xwe ve bike, wê rêveberiya Filistînê hilweşe". Erekat destnîşan kir ku Netanyahû hewl dide Hamasê li ser piyan bihêle.