ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Cotmeha 2019'an.

Amadekariyên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên der barê mijarê wê bên şopandin.

Çalakiyên li Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî qeyûman wê werin şopandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, komploya 9'ê Cotmehê bi tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina meseleya Kurd didome.

Nobedarên hefteya 381'ê ya Nobeda Azadî ji Ocalan re destnîşan kirin ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hîn didome û gotin, li dijî vê yekê divê berxwedan bê mezinkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Mêtingeriya qirker ku di sala 1998'an de li pêşberî Tevgera me ya Azadiyê hate ber hilweşînê, xwe spart paşverûtiya herêmî û navneteweyî û li dijî Tevgera me ya Azadiyê komployek kir. Di şexê AKP-MHP'ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye."

Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku tevlî êrîşa li dijî Konsolosxaneya DYE'yê ya li Bîngaziyê bû, diyar kir ku bi pasaportên fermî yên ji aliyê Ensar Şerîa ya ser bi AKP'ê ve hatin amadekirin ew ji Lîbyayê derbasî Tirkiyeyê bûne û ji wir jî çûne Sûriyeyê.

Helbestvanê ciwan Mİradê Mirada ku îsal hêjayî xelata Pêşbirka Helbestan a 6'emîn a Arjen Arîn hate dîtin got, "Bi xwendina Arjen mirov dikarin welatê xwe û çiyayên xwe nas bikin. Arjen Arîn wê timî bibe pêşengê me."