ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan 8'ê Adara 2020'an.

Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan wê bên şopandin.

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Evîn Swêd li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Em ê heta serketinê bi biryardarî têdikoşin."

Ji fermandarên YJA Starê Sarya Qamişlo bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Ev berxwedana ku wateya 8'ê Adarê ye, bûye roja jinên têkoşer ku ber bi serketinê ve dimeşin."

Jinên YJŞ'î diyar kiri, li dijî êriş û tundiya li jinê divê jinên cîhanê hemû xwe bi rêxistin bikin û gotin, "Bi xwedîderketina li jinên bindest em dikarin bi hev re pêşî li qirkirina jinê bigirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, jin xwedî wê hêzê ne ku hebûn û berxwedana xwe li her cihî bidin qebûlkirin û diyar kirin, divê çandeke berxwedanê ya navneteweyî bê afirandin.

Bi hezaran Elman ên li Berlîn Hambûrgê meşiyan, xwestin ku penaberên li nava sînoran asê mane bên Yekîtiya Ewropayê.