ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo li ser bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn axivî û got, "Li dijî dagirkeriyê me asta xwe ya rêxistinî bilind kir."

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ragihand, ku di salvegera Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de li her devera Ewropayê wê li pêşiya Konsolosxaneyên Fransayê çalakî bên kirin û banga tevlîbûnê kir.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê bal kişand ser veguhastina çeteyan ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê ve ji aliyê rejîma Tirk ve û anî ziman, dewleta Tirk dixwaze ji bo cîhadîstan 'herêmeke ewle' ava bike û bi vî rengî hem gefê li Ewropayê hem jî li Rojhilata Navîn bixwe.

Gerîlayan diyar kirin, "Operasyonên Pençe' yên artêşa Tirk ku di sala 2019'an de dest pê kirin hatin têkbirin û gotin, "Artêşa TC ku xwest bi operasyona Pençe gerîla tasfiye bike, bi derbên ku ji gerîla xwar kete nava pençeyê gerîla."