ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Hevrêyê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz Mûzzafer Ayata qala wê kir û got, "Eger mirov tenê ji aliyekî ve binirxîne, wê neheqî lê bê kirin. Sakîne navê şoreşgeriyeke yekpare bû."

- Îran welateke ku xwedî kevneşopiyeke dewletê ya ji sê hezar salî ye. Di dema împaratoriyan de bi navê Împaratoriya Pers li herêmê deng veda û demeke dirêj hikum kir. Piştre bi Împaratoriya Safawî kevneşopiya xwe dewam kir.

- Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di salvegera 5. a Komkujiya Parîsê de ragihand ku alîkarê musteşarê MÎT'ê yê ku mohra wî li binê belgeya "veşartî" û "daxwazname"yê bû, heman kes e ku tevî Adîl Oksuz hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi rêxistin kiriye.

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn got, bi têkoşîna xwe ya demokratîk re wan zexta guhertinê li Îranê kirine û diyar kir, gelên Îranê bi raperîna xwe ya dawiya salê re daxwaza xwe ya guhertinê di asta herî bilind de anîne ziman.

- Yek ji sekvanên YPJ'ê Denîz Amara, li dijî dagirkirina Şengal û Komarê ji Cizîrê hatiye û tevlî nava refên YPJ'ê bûye. Weke sekvanekê tolê hiltîne.