ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN

Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ku pêngava 15'ê Tebaxê bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û got, "Yên ku îro li Heftanînê li ber xwe didin li ser xeta fermandar Egîd in. Xeta gerîla ya Rêber Apo û fermandar Egîd temsîl dikin."

Hin nîşane hene ku li gorî wan, li pişt sûîqestên li Dêra Zorê yên li dijî serokeşîran û rûspiyan, rejîma Şamê heye. Kesekî hate girtin li xwe mikur hat ku rejîmê rêxistineke kontra ava kiriye.

Denîz Firat ku di temenê ciwantiyê de tevlî bû weke zaroka partiyê mezin bû. Li ber gelek bahozan rabû; milîtanek bû ku armanc xwe zelal bû, ji pratîka xwe piştrast bû. Bû dengê gel.

Fermandar Esmer di nava gelek lehengên ku li Heftanînê gihîştin ebediyetê, rêwîtiya xwe didomîne. Hevrêyên wê bi bawerî û moralê Esmer li Heftanînê berê wan li serketinê ye.

Di mehên destpêkê yên birîndariya xwe de bi jiyanê re têkoşiya, bi biryardarî li ber xwe da, mîna salên xwe yên têkoşînê... Bi coşa mayina li jiyanê ji bo hevalên xwe, mîna navê xwe bû hêvî.

Di hilbijartinên giştî yên Srî Lankayê de Mahînda Rajapaksa bi ser ket, ku di dema komkujiya Tamîlan de li ser desthilatdariyê bû.

Li bajarê Le Havre yê Fransayê, kesekî ku li bankayekê 6 kes dîl girt, bi şev ji aliyê polîsan ve hate girtin. Hate îdîakirin ku pirsgirêkên wî yên 'derûnî' hebû.

Rayedarên Emerîkî dibêjin, demsala bageran a li Atlantîkê wê îsal ji texmînan bêhtir çalak be û di navbera 7 heta 11 salan wê bagera herî bi bandor be.