ROJEVA 7'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Tîrmeha 2019'an.

- Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom li Stockholmê di civînê de diyar kir, ku ew bi rêveberiya xweser a li Rojava re di nava têkiliyê de ne û got, "Beriya her tiştî divê em qebûl bikin ku Kurdan têkoşîneke çiqasî mezin li dijî Dewleta Îslamê dane meşandin."

- Malbata girtiyê siyasî Îrfan Kiliç ku 3'ê Tîrmehê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Kandirayê jiyana xwe ji dest da, ji kuştineke tirsnak gumanan dike.

- Dayika sê girtiyên siyasî Meryem Erbey diyar kir, piştî bidawîbûna tecrîdê ya bi berxwedana grevên birçîbûnê re divê Kurd xwedî li pêvajoyê derkevin.

- Ji beşdarên forûma li navçeya Amûdê ya Qamişloyê Hêza Şengal a ji YJŞ'î got, bi navê jinên Êzidî ew dixwazin tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ'ê bibin.

- Konseya Leşkerî ya ku li Sûdanê dest danî ser rêveberiyê, soz da ku wê peymana bi tevgera gel re amade kiriye bi cih bîne û biparêze.