Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdm-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û destnîşan kir ku divê piştgirî ji têkoşîna girtiyan re bê dayin. Elîf Ronahî got, "Têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd heta ku dewam bike, wê bi ser bikeve."

Îbrahîm Temel ê ji navçeya Patnos a Agiriyê, li nava malbateke ji 16 zarokî ji dayik bû. Neçar ma ku koçî Çanakkaleyê bike. Di dema xwerêveberiyê de li Cizîrê li ber xwe da. Îbrahîm Temel bû lêgerînerekî azadiyê.

Hecî Resûl ku sala 1961'ê tevlî raperîna gel a li Başûr bû û gelek caran bi Mele Mûstafa Barzanî re hevdîtin kir, diyar kir ku PDK û ENKS bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin.

Zext û êrişên li dijî kêmnetewa herî mezin a olî ya li Îranê kete rojeva Parlamenta Swêdê. Ji hikumeta Swêdê hate xwestin ku ji bo bidawîbûna zextên li Bahaiyan bikeve nava hewldanan.

Koçberên ku li eyaleta Texasê ya DYE'yê ji ber bi qaçaxî hatine welêt tên girtin, bêyî ku belgeyek bê dayin tên berdan.