ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Hezîrana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Hezîrana 2020'an.
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Nadiye Gurbuz bal kişand ser tundiya li jinê û got, "Li gel tundiya polîs-dewletê jin ti carî bêdeng nebûn. Ev têkoşîn ji bo me di asta jiyanî de girîng e."
Seroka Rûmetê ya MED TUHAD-FED'ê Havva Ozcan destnîşan kir, helwesta desthilatdariyê ya li girtiyên nexweş bi rengê dijminane û tolhildêr e.
Îdîayên ku Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya pê tê sûcdar kirin, bi awayekî fermî hatin pûçkirin. Lê belê tevî vê yekê jî 18 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Mîna gelek bajaran, navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî di dîroka gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Zozanên herî bedew ên Çewlikê li Kanîreşê ne.
Gef û şantaja Erdogan a ku bi rêya penaberan li Yekîtiya Ewropayê dixwe, careke din bi kêrî wî hat. Brukselê paketa alîkariyê ya ji 485 milyon Euroyî ji bo Enqereyê pejirand.
Kuştina George Floyd li bajarê Mînneapolîsê yê DYE'yê, li dehan bajarî û ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi xwepêşandanan hate şermezarkirin.