ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dengdana li derveyî welat îro dest pê dike. Li Elmanya, Fransa û Awûstûriyayê wê 13 rojan deng bên dayin. Dengdana li deriyên sînor ên Tirkiyeyê jî wê heta 24'ê Hezîranê dewam bike.

- Lîstikvana sereke ya fîlmê "Keçên Rojê" Golshifteh Farahani ji bo jinên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê şer dikin got, "Ew jinên herî wêrek ên cîhanê ne."

- Xaziyê Pirsûsê Koray Turkay ku tevlî karê hilbijartinê bûye got, HDP'ê di vê hilbijartinê de hêvî zêde kiriye û destnîşan kir, Demîrtaş nûnerê wijdan û mejî ye.

- Polîs û leşkerên ji aliyê PKK'ê ve êsîr hatine girtin bang li dewletê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl kirin ku ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê.

- Erdexanê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de berê xwe bi temamî da HDP'ê. Gelê Erdexanê got, bi coşa ku ruhê 7'ê Hezîranê xurtir, wê her du wekîlên li Erdexanê derxînin.

- Ji Yekîtiya Êzidiyan Gulêcan Fer ku navenda wan ji aliyê artêşa Tirk ve hate teqandin, anî ziman ku dewleta Tirk bi zanebûn cih û warên dîrokî ji holê radike. Fer got, bi berxwedanê wê li Efrîna azad vegerin.