ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Xebatên hilbijartinên xwecihî yên DEM Partiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- KCK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dema jin azad bû, wê civak û jiyan jî azad bibin."

- Dayika Aştiyê Afîfe Kartal got, "Bila deriyên Îmraliyê vebin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe ciwanên me, warê me azad nabe."

- Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk got, "Gelek pirsgirêkên bajêr hene. Em bi biryar in; pêwîstiya bajarê me bi çi hebe em ê bi gelê xwe re çareser bikin."

- Ji namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Bêgirê Hediye Sayiner destnîşan kir ku wê Şaredariya Bêgirê radestî gel bikin.

- Endama Meclîsa Kantona Hesekê Siltan Mihemed Izo got, "Me bi 7 jinan destpê kir û niha bûn bi hezaran jin. Jin niha li qada şer, li nava saziyan û her qada civakê hene."