ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Çileya 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.

- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.

- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî: Têkoşîna hevala Sara ne têkoşîneke ku tenê bi têkoşîna jinê ya PKK'ê were nirxandin. Ji vê jî wêdetir têkoşîneke gerdûnî ye.

- Aktîvîstê Kerkûkî Ethem Cûma ku ji ber polîtîkaya "Erebkirinê" ya polîsê federal ê Iraqê, Heşdî Şabî û Waliyê Kerkûkê rexne kir hate binçavkirin, anî ziman ku ev polîtîka bi qasî ku hevsengiya herêmê ji holê rake, xetere ye.

- Berfîn Yeşîlirmak, yek ji wan jinan e ku ji bo jinan li qada sporê derxînin pêş li dibistanê rêxistinbûnê dike. Yeşîlirmak got, "Ji bo jin li ber cihêkariyê û serweriya mêr rabin, divê li qada sporê jî derkevin pêş." Başak Doner jî li ser rêxistinbûna xwe got, "Hejmara me niha kêm e, lê belê em ê bi demê re karibin jinan qanih bikin ku spor parçeyek ji jiyanê ye."