ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN

Çend ji sernavên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û got, "Osmanîtiya nû û êrişkariya Tirk bi tifaqa dîrokî ya gelên Kurd û Ereb dikare bê rawestandin."

Ji gerîlayên HPG'ê yên di berxwedana Heftanînê de cih digire Qendîl Zap destnîşan kir ku gerîla ti carî li Heftanînê têk naçe û got, "Serketin wê ya gelê Kurd û gerîla be."

Di sala 2014'an de hewl hate dayin ku Şengal û Mexmûr bi destê DAÎŞ'ê ji hev bên belavkirin. Lê îro Tirkiye û PDK heman siyasetê bi rengekî eşkere dimeşînin.

Ava kanalîzasyonê ya leşkergeheke li Colemêrgê gelek çemên li herêmê gemarî dike. Gundî ji neçarî bi vê ava qirêj bax û baxçeyên xwe av didin. Ev jî ji bo rûdana gelek nexweşiyan dibe rîskeke mezin.

Hate ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo wê hefteya bê serdana welatên Ewropayê bike yên ku leşkerên xwe yên ji Elmanyayê vekişîne li wan welatan bi cih bike.

Li gorî lêkolîna saziya bi navê FEWS NET'ê ya li 46 welatan, li gorî sala derbasbûyî li van welatan wê zêdeyî 30 milyon kesên din birçî bimînin.

Li gorî lêkolînekê, eger pêşî li germahiya global neyê girtin, ji nexweşiyên şewbê bêhtir wê mirov ji ber germê jiyana xwe ji dest bidin.

Rêveberiya DYE'yê ku bi biryar e zexta xwe ya li ser Îranê daîmî bike, amadekariyan dike ku ji bo dirêjkirina ambargoya çekan a li ser Îranê pêşnûmeyeke nû pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.