ROJEVA 6'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Tîrmeha 2019'an.

-Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku PDK piştgiriyê dide dagirkeriya Kurdistanê ya bi destê dewleta Tirk tê kirin û got ku “Helwesta PDK’ê zemînê ji komkujiyên TC’yê re ava dike.”

- Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn balkişand li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got; “Êrîş ne tenê leşkeri ye, heman demê siyasî ye. Eger hikûmeta Başûr li dijî dagirkeriyê bêdenge diyare weke siyasî piştgiriyê didin dagirkeriyê”.

-Çeteyê DAÎŞ’ê Îlyas Aydin ku salek û nîve di destê QSD’ê de girtiye got ku li Tirkiyeyê hemû êrîşên bi bombeyê ji aliyê DAÎŞ’ê ve dihate kirin dibin kontorla MİT’ê de pêk dihatin.

-Ew du gerîlayên Kurd in. Ew ji birîna gerîlayan re dibin derman û hêviya bi hezaran gerîlayan par ve dikin. Ew Awaz û Newalên dozekê û hezar çiyayan in.

-Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşam Huseyîn Kalkan da xuyakirin ku Tirkiye bi zextên li ser rojnamevanên Kurd li qada navneteweyî nirxên xwe winda kiriye.

-Keştiya alîkariyê Alan Kurdî ya rêxistina bi navê Sea-Eye li Behra Spî 65 penaber rizgar kir. Keştiyê berê xwe da Girava Lampedûsayê lê Îtalyayê sînorên xwe ji keştiyê re girt.

- Navenda Hunerê ya Ehlîddar weke yek ji navendên çand û hunerê yên herî kevin ên Antakyayê, bi atolyeyên xwe yên hatine nûkirin jiyandina hunera zimanê Erebî û neqilkirina nifşên ciwan didomîne.

- Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşa hewayî ya li dijî kampeke penabera mehkûm kir, banga agirbestê kir û bang li welatan kir ku bila çekan neşînin ji Lîbyayê re.

- -Dayikên Şemiyê û xizmên windayan vê Şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin wê çalakiyan bikin.