ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên li hemberî desteserkirina şaredariyan û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk bi Rêber Apo re dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û got, "Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne."

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku qeyim li şûna wê hate danîn got, "Heta ku biryara qeyim a ku îradeya gelê me tine dihesibîne paşve bê kişandin, berxwedana me wê dewam bike."

Parlamenterê Êlihê yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî bi bîr xist ku Bahçelî gotinên xwe dubare kiriye û got, eger wê qala aştiyê bê kirin, divê dest ji polîtîka tecrîdê û qeyim bê berdan.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû wê biçe Mêrdînê û bi Hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re hevdîtinê bike.

Gerîla Cûdî Çekdar ku sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi mîsyona pêşengiyê tevlî nava jiyana têkoşînê bû.

Encamên hilbijartinên serokatiyê yên li DYE'yê wê bêne şopandin.