ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi guhertinê heye, ev pêvajo hîn jî dewam dike û got, "Em hem welat hem jî gel xwedî wê potansiyelê ne ku Tirkiyeyê ji aliyê demokratîk ve biguherînin."

- Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Bêwar Unver destnîşan kir ku berxwedana Mexmûrê bi ser ketiye, lê metirsî hîn jî dewam dike û bal kişand ser zextên dewleta Iraqê.

- Festîvala Jinê ya Zîlan ku mezintirîn kombûna jinên Kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê cara 17'an bê lidarxistin.

- Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak got, "Em tevgereke gel in. Rexneyên gel wê pêşî li me vekin. Tevgera gel bi gel dimeşe, bi gel xurt dibe."