ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Hezîrana 2020'an.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat got Tevgera Jinên Kurd pêşengiya îdeolojîk, felsefî, rêxistinî ya tevgerên jinên cîhanê dike.

Jin, dayik, şervan û şoreşgerke ya YPJ’ê a Sûryan Nîşa ya ku xwedî zarokekê û çeka hevjînê xwe rakiriye diyar dike ku armanca wê ya sereke rizgarkirina Efrîn û tolhilanîna şehîdên Berxwedana Serdemê wê heta dawî ji bo welat, ax û şehîdan şer bike.

Li gorî Mor Çatiyê û KCDP'ê di pêvajoya pandemiyê de tundiya navmalî ya li ser jinê zêdetir bûye.

Ji Ewropayê bigire heta Kanada û Evûstralyayê wê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê û operasyonên qirkirina siyasî bên protestokirin.

Çalakiyên xizmên windayan û Dayikên Şemiyê weke her carê îro jî bidomin.