ROJEVA 6'Ê ADARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Adara 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Gerîlayên Jin ên çalakiyên fedaî kirin Sema Yuce, Warşîn Jiyan, Eylem Karaz û Guven Erûh, di nameyên xwe de yên beriya çalakiyê qala sedemên dilsoziya xwe ya bi Ocalan re kirin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivî û got, "Ji bo me jinan dem hatiye ku em konfederasyona xwe ava bikin. Em ê bi vî rengî bi ser bikevin û bibin yek."

- Malbatên aktîvîstên ku 80 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne, ji îro û pê ve wê li ber avahiya Serokwezaretiya Elman ji bo sê rojan dest bi çalakiya nobedê bikin.

- Şervanên QSD'ê ji aliyekî ve DAÎŞ'î û malbatên wan ên li Baxozê teslîm digin veguhezîne, li aliyê din jî bersiveke tund dide êrîşên çeteyan ên hewl didin veguhastinê asteng bikin.

- Îdrîs Sıddık, Kawa Wadir Nadir û Qasim Abdullah çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dewr girtin û gotin, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

- Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarokê Bezbinê Zeynep Ûnat got, "Li Bezbinê wê karên jinê ji nû ve xurt bibin."

- Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Dêrgulê Zozan Aksû diyar kir, serketina wan hem ji bo wan hem jî ji bo Dêrgulê wê bibe nûbûneke baş.

- Siyasetmedar û lêkolîne Dozdar Hemo diyar kir ku DAÎŞ li eniya şer têk çûye, lê belê zîhniyeta wê dewam dike. Hemo got, "Ji ber vê yekê em nikarin bêjin ku DAÎŞ bi temamî tine bûye."

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş got, "Heya ku em Serokatiya xwe ji Îmraliyê dernexin, jiyanek azad neafirînin, tecrîdê têk nebin em ê weke nifşên nû, jinên ciwan, xortên ciwan nikaribin bibêjin me li hember dîrokê erka xwe pêk aniye. Heta ku Serokatî azad nebe tu kes azad nabe."