ROJEVA 5'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Tîrmeha 2019'an.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, PDK bi rengekî neyînî nêzî bangên ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bû û karê ji bo kongreyê sabote kir.

- Gerîla bi berxwedaneke bi heybet bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Xakurkê. Gerîla dibêjin, "Berê tivinga me li wan e çawa hatine wê bi wî rengî biçin." Li dijî dagirkeriyê bang li gel û ciwanên Kurd dikin ku rabin ser piyan.

- Yek ji kesên ku herî zêde navê wî di doza DAÎŞ'ê de dihate bilêvkirin Îlyas Aydin bû. Îlyas Aydin anî ziman, ku beriya tevlî DAÎŞ'ê bibe hate Sûriyeyê, bi berdevkê DAÎŞ'ê re hevdîtin kir, piştre vegeriya Tirkiyeyê û îstîxbarata Tirk ev yek ji nedîtî ve hat.

- Li Fransayê ku her sal bi sed hezaran jin dibin qurbanê tundiya mêr, di şeş mehên destpêkê yên salê de 70 jin hatin kuştin. Gelek saziyên jinan rexneyê li dewletê dikin ku tedbîrên pêwîst wernagirin, lewma xwe ji bo xwepêşandaneke protestoyî amade dikin.

- Fînlandiyayê ku meha Adarê ragihand ku wê vegera kesên di nava DAÎŞ'ê de şer kirine qebûl neke, niha jî eşkere kir ku wê hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampa El Hol a Sûriyeyê dimîne wernegire.

- Li dijî 'qedexeya çalakî û xwepêşandanan' a li Wanê ku bi biryara Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez ve hate ragihandin, parêzerên Baroya Wanê serî li dadgehê dan û xwestin dawî li vê qedexeya bêhiqûqî bê anîn.

- Leşkerê Fînlandiyyaê ku di şerê navbera Fînlandiya û Yekîtiya Sowyetan de sala 1940'î jiyana xwe ji dest da Kalle Multanen, hestiyên wî hatin dîtin.