ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Parêzerê OHD'î Osman Çelîk destnîşan kir ku sedema bingehîn a pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê tecrîd e û got, "Eger hikumet dixwaze pirsgirêkên li welêt çareser bike, divê tavilê dawî li tecrîdê bîne."

TJK-E plan dike ku li gel şert û mercên şewbê jî bi dirûşma "divê jineke bi tenê jî bêrêxistin nemîne" hem xeta çalakiyê hem jî karên rêxistinbûnê xurt bike.

TJK-E'yê ragihand ku di salvegera komkujiya Parîsê de wê 6 û 9'ê Çileyê li qadan bin û diyar kir ku li dehan bajarên Ewropayê wê daxwaza xwe ya ji bo darizandina Erdogan bînin ziman.

Cafer Sîîrt qala yek ji fermandarên efsanewî yên PKK'ê Adil Bilikî kir û got, "Li cihê ku dihate gotin, çalakî lê nabe, çalakî dikir û bi ser diket. Divê em hêjayî pratîka wî bin."

Elmanya ku hîn jî li Ewropayê yek ji wan welatan e ku herî zêde karbondîoksîtê (CO2) belav dike, armanca xwe ya têkildarî vê mijarê par bi sala şewbê bi cih anî.

Îran bernameya xwe ya ji bo dewlemendkirina ûranyûmê dewam dike. DYE îdîa dike ku Îran wê bi ser nekeve.

Hate ragihandin ku Iraq wê ji bo 3 mehên din jî li derveyî pêkanînên DYE'yê yên li ser welatên bi Îranê re bazirganiyê dikin, bê hiştin.