ROJEVA 4'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Tîrmeha 2019'an.

- Kalkan diyar kir, ew amade ne bi partiyên Kurdan de di çarçoveya berjewendiyên yekîtiya neteweyî de têkiliyê deynin û got, "Pîvanên protokola sala 1983'an a bi PDK'ê re hate amadekirin dikarin bibin pîvanên bingehîn ên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê."

- Di doza DAÎŞ'ê de yek ji kesên ku navê wî herî zêde tê bihîstin Îlyas Aydin e. Diyar kir ku beriya tevlî DAÎŞ'ê bibe hatiye Sûriyeyê, bi berdevkê DAÎŞ'ê re hevdîtin kiriye, piştre vegeriya ye Tirkiyeyê û îstîxbarata Tirk jî ev yek ji nedîtî ve hatiye.

- Di rapora îstîxbaratê ya sala 2018'an a NRW'ê de ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, hate ragihandin ku MÎT li eyaletê karekî berfireh ê sîxuriyê dimeşîne.

- Li gorî rapora hevpar a Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî ya Fransayê (INCa) û Ajansa Tenduristiyê ya Neteweyî, tevî ku hejmara mirovên li Fransayê bi kanserê ketine zêde bûye, rêjeya mirinê kêm bûye.