ROJEVA 4'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên wê bên şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

-15 girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30’ê Nîsanê dest bi rojiya mirinê kirin. Yek ji van jî girtiya PAJK’ê Ardil Çeşme ye. 

-Sultan Bozkurt ku ji bo keça xwe Newroz Bozkurt ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye nobetê digire, got, ''Dema ku tabût derkevin, wê kesên ku li bara vê zilmê bêdeng in jî berpirs bin''.

-Endama Komîsyoan Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başran got serokê Meclîsê û hikûmet weke ku 4 endamên Meclîsê û bi hezaran girtî ne di greva birçîbûnê de bin tevdigerin û nikarin xwe ji berpirsyariyê nikarin xilas bikn.

-Yek ji endamê Komîsyoan Girtiyan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê Parêzer Firat Vural got, cezayê hicreyê li ser girtiyên greva birçîbûnê hatiye birîn.

-Festîvala mezin a karkeran ku li Brîtanyayê wê were kirin, diyarî kampanyaya azadî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

-Berxwedêrê greva birçîbûnê H. Abdullah Kaya ku ji 9'ê Çile ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, gotina Fermandar Çiyager bi bîr anî û got,''Çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be''.

-Meclîsa PJAK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, ''Meha Gulanê ku meha lehengtî, berxwedanî û şehîdên qehremane li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê,  ji Maku û Urmiye bigir heha çiyayên Qendîl heta Ciwanro û Dalaho û hemû Çiya''