ROJEVA 4'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya ji heft kesan parêzer Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku divê şert û mercên ragihandin û kar ên azad ên Rêber Apo bêne afirandin û got, bang bi rengê herî berfireh ji aliyê Rêber Apo ve dikare bê vegotin.
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi banga Rêber Apo re di dîroka herêmê de rûpeleke nû vebû û ji bo paşeroja Sûriyeyê wê encamên girîng bi xwe re bîne.
Ji xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîst Jody William got, hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê cihê kêfxweşî û sûdwergirtinê ye û dikare bibe namzet ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re.
KJK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên C3ıhanê pîroz kir û bang li jinan û tevgerên jinan kir ku bi ruh û coşa 8'ê Adarê piştgiriyê bidin banga Rêber Apo ku weke manîfestoya dema nû ye.