ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Civîn û mîtîngên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê bêne şopandin.

- Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ragihand ku di kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku 9'ê Sibatê hate destpêkirin, heta doh 1,5 milyon îmze hatin komkirin.

- Aktîvîstên Behdînanî gotin, "Em di nava çar dîwaran de hatibin girtin jî nekarîn fikrê me dîl bigirin."

- Berdevka Aboriya Jinê ya Kongra Star Gulê Mûrad anî ziman ku ji aliyê rêxistiniya aboriya jinê wan mohra xwe avêtin binê gavên nû û got, "Em hewl didin kooperatîfên xwe li gorî şert û mercên şer bi rêk û pêk bikin."

- Koordînatora Giştî ya SAMER'ê Yuksel Genç destnîşan kir ku hilbijêrên DEM Partiyê ji her demê bêhtir bala xwe li ser namzetan û sozên wan e û got, "Mijara partî kê bike namzet em ê dengê xwe bidin, guherî ye."

- Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ragihand ku heta avakirina jiyaneke demokratîk, azad, wekhev ew ê dest ji têkoşînê bernedin û got, "Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye, biryardariya me ya li ser têkoşîna jinê ye."