ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Îlona 2020'an.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze PKK'ê tasfiye bike û PDK jî bûye hevparê vê planê. Hozat got, "Divê pêşmerge ne li cem leşkerên Tirk, lê li cem gerîla cih bigirin."

Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Siyasî ya Ereb Mûkhtar Ghobash destnîşan kir, ku dewleta Tirk xençer li pişta Ereban daye û got, çareser bi xweparastinê dibe. Ghobash diyar kir, êrişên li dijî Kurdan bandorê li Ereban jî dike.

Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Senê Hamît Kûrt anî ziman ku li şûna çareseriya pirsgirêkên karkerên çandiniyê, kedxwarî dewam dike û got, "Desthilatdarî alîgirê sermaye ye."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Bakir ragihand, dewleta Tirk bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze yekîtiya neteweyî têk bibe û bang li PDK'ê kir: "Werin em tovê yekîtiya neteweyî bi hev re şîn bikin."

Însiyatîfa "Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" têkildarî wefata aktîvîstê anarşîst, antropolog û dostê Kurd Davîd Graeber daxuyanî da û diyar kir, "Graeber yek ji entelektûelên herî girîng ê şoreşger ê vê serdemê bû."

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê, îdîayên li ser danûstandinên bi Tirkiyeyê re derewandin û careke din destnîşan kir ku wê ji şertê xwe yê vekişîna hemû keştiyên şer ên Enqereyê tawîzê nedin.