ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Kurdistaniyên li Ewropayê xwe amade dikin ku di salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê de li her cihî çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin. Aktîvîsta TJK-F'ê Nûpel Mûnzûr ji bo çalakiyên 6 û 9'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir.

Bilûr li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî li Hewreman, li herêma Şahoyê amûreke nebe nabe. Awaza bilûra gerîla mirovan sermest dike.

Enstîtuya Lêkolînên Fezayî ya Neteweyî ragihand, ku beşeke mezin a daristanên Amazonê di nava deh salên dawî de hatiye şewitandin.

Gola Ossa ya li Kamerûnê ku ji bo eko sîstema li herêmê gelekî girîng e, ji aliyê nebata Salvînîa ya mezin ve hatiye girtin.

Ji bo penaberên li Bosna-Hersekê ku konên li kampa ew lê bûn şewitîn, li şûna ku deriyê xwe li wan vekin, alîkariya pereyan ji bo kirîna konên nû dan wan.