ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Sendîkaya Solîdaîres a Fransayê xwest, di sala 8'an a Komkujiya Parîsê de têkiliya li ser berjewendiyan nekeve pêşiya lêgerîna li edaletê û banga li kedkaran hemûyan kir, ku di 9'ê Çileyê de tevlî çalakiya edaletê bibin.

Li gumruka Elman, bi hinceta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser e, lpirtûka zanyaran Dr. Thomas Jefrey Mîley û Dr. Federîco Ventûrînî hate desteserkirin.

Kongreya EUJS ku rêxistina sîwanî ya xwendekarên zanîngehê yên Yahûdî yên li Ewropayê ye, xwest ku komkujiyên li dijî gelê Kurd bên rawestandin û piştgirî ji mafê Kurdan ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe re bê dayin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê diyar kir ku di sala 2020'î de li welêt û cîhanê komkujî û qirkirina li dijî jinan zêde bû, di heman demê de jinan pêşengî ji têkoşîna azadiyê û berxwedana hemûyan re kirin.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ragihand ku wan saleke din a berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk li pey xwe hiştin û bang li malbatên şehîdan kir ku qebûl nekin ku cenazeyên şehîdan bi şev bên veşartin.

Îranê ragihand, wê tazmînatê bide xizmên ku li balafira Boeîngê jiyana xwe ji dest dan, ku îdîa kiribû bi 'şaşitî' xistiye.

Li Sûriyeyê di êrişekê de ku li dijî hêzên rejîmê hate kirin, herî kêm 37 leşkerî jiyana xwe ji dest dan.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji bo şopandina agirbesta li Lîbyayê wê çavdêran bişîne.